DAIŞ 11 bîrên petrolê diteqîne

DAIŞê li navçeya Geyara 11 bîrên petrolê teqan û agir bi 5 bîrên din xist.

K24 – Navenda Nûçeyan

DAIŞê li navçeya Geyara 11 bîrên petrolê teqan û agir bi 5 bîrên din xist.

Peyamnêrê K24ê li başûrê Mûsilê ragihand, piştî ku DAIŞ zanî li Geyarê ya li başûrê Mûsilê têk şikest, 11 bîrên petrolê teqandin û agir bi 5 bîrên din xistin, da ku xwe ji bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Nadewletî biparêze.

Peyamnêrê K24ê got, ji 10 rojan de ew bîrln petrolê dişewitin û dûmanê asmanê wê navçeyê tijî kiriye, ku bandoreke xirab li ser jiyana welatiyan çê kiriye.

Ji ber şewitandina bîrên petrolê, metirsî heye ku paşmayên şewitandina petrolê biçe nava çemê Dîcleyê û bi vê yekê hejmarek mezin ji xelkê nexweş bibin.

Herçend e tîmên agirkujê yên Iraqê hatine Geyara, lê heta niha nikarîne agir kontrol bikin, ku heta niha tenê agir di 2 bîran de vemirandine.

 

Fly Erbil Advertisment