Bayik bersiva peyama Abdulah Ocalan da

K24 – Navenda Nûçeyan Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik bersiva peyama Ocalanî da û got, ji bilî şer û tekoşînê ti rê nîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik bersiva peyama Ocalanî da û got, ji bilî şer û tekoşînê ti rê nîne.

Bayik îro derbarê şerê di nav bera PKKê û Dewleta Tirkiyê û rê û rêbazên çareserkirina pirsa kurdî de gotarek belav kir û li ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalanî got dewleta Tirkiyê hemû riyên demokratîk û siyasî li hemberî wan girtiye.

Bayik diyar kir ku, dewleta Tirkiyê bi şerekî qirêj û taybet dixwaze koka jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd biqelîne. Lewra li hemberî vê helwestê ew ê berxwe bidin û têbikoşin.

Bayik dibêje, wan hewl daye ku pirsa Kurdî bê şer û pevçûn çarser bibe le çênebûye. Lewma  riya aşitî û çareseriyê  bilindkirina şerî ye. Rêyên din, xwe xapandine û xizmeta armancên dagirkeriyê dike.

Berî roja cejnê Abdulah Ocalan bi riya birayê xwe Mehemet Ocalanî peyamek belav kiribû û diyar kiribû ku, heger bê xwestin pirsa Kurdî nav 6 mehan de çareser dibe. Ev peyam jî ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê bûbû hêviyek.