Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê tekezê li ser alîkariyên mirovî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya bizavên xurtkirina peywendî û hevkariyan di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de, şandeke Herêma Kurdistanê serdana du dezgehên girîng ên Yekîtiya Ewropayê di warê alîkariyên mirovî û birêvebirina qeyranan de kir.
Şanda Herêma Kurdistanê, ku ji Nûnêrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dr. Dilawer Xalid Ajgeyî û Rêvebera Giştî ya Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan a Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl pêk dihat, serdana nivîsîngeha serekî ya alîkariyên mirovî yên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê kir û ligel Cîgirê Rêveberê Alîkariyên Mirovî bo Rojhilata Navîn û Efrîqayê civîya.
Di wê civînê de, tekez li ser girîngiya berdewamiya piştgirî û alîkariyên mirovî yên Yekîtiya Ewropayê bo Herêma Kurdistanê hate kirin, bi taybetî di warê dabînkirina alîkariyan bo penaber û awareyên ku li Herêma Kurdistanê xwecih in. Herweha daxwaz hate kirin ku Yekîtiya Ewropayê li ser rola xwe ya mirovî bo kêmkirina bargiraniyan li ser Herêma Kurdistanê berdewam be.
Her di wê rojê de, wê şandê serdana Navenda Serekî ya Hevahengiya Bersivdana Lezgîn û Qeyranan a Yekîtiya Ewropayê (ERCC) kir, bi merema ji nêzîk ve haydarbûna li ser mekanîzmaya karkirinê, sîstemên hevahengiyê û awayên nû yên bersivdana qeyran û karesatan.
Di dema wê serdanê de, girîngiyeke taybet bi awayê bikaranîna teknolojiya pêşkeftî û sîstemên nû yên zaniyaran bo lezkirin û baştirkirina bersivdana mirovî di dema rûdana karesatên xwezayî û mirovî de hate dan.
Herweha di nav wan danûstandinan de behsa girîngiya berfirehkirina hevkariyên dualî di navbera dezgehên peywendîdar ên Yekîtiya Ewropayê û Herêma Kurdistanê de hate kirin, bi taybetî di warê veguhastina ezmûnan, wergirtina feydeyî ji zanist û teknolojiya nû, pêşxistina şiyanên dezgehan û bilindkirina astê amadebaşiyê bo rûbirûbûna qeyranan.
Peywendiyên dezgehî di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de di warê birêvebirina qeyranan û alîkariyên mirovî de roleke mezin di bihêzkirina şiyanên Herêma Kurdistanê di warê birêvebirina qeyranan, rûbirûbûna bilez a karesatan û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî de de dilîzin.