Cêgir ê wezîr derve yê Îranê: Îran dijî dabeşkirina wan welatan e, ku Kurd têde hene
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê li Mosko,bi Kurdistan24 re ragihand, Iran dijî dabeşkirina wan welatan e, ku Kurd têde ne û nabe destkarî di sînorên niha bihên kirin.
K24- Hewlêr
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê li Mosko,bi Kurdistan24 re ragihand, Iran dijî dabeşkirina wan welatan e, ku Kurd têde ne û nabe destkarî di sînorên niha bihên kirin.
Husên Cabir Ensarî, got: Komara Islamî ya Îranê, ji bo kurdên hemû parçeyan du xalan li ber çav digre. Ya yekem, divê kurdên hemû parçeyan, xwedî mafê welatîbûnê bin û xala duyem jî, nabe destkarî di sînorên coxrafî yên tu dewletek navçeyê de bê kirin.
Ensarî got jî, Kurd wekî hemû gelên din yên navçeyê xwedî axa xwe ne û welatiyên wan welatan e, ku tê de djîn.
Derbarê kurdên Rojhilata Kurdistanê jî, Cabir Ensarî dibêje: kurdên Îranê xwedî hemû mafên welatîbûnê ne û di gel welatiyên din tu cudahî nî ne. Pêwîst e ev mafê welatîbûnê, li hemû parçeyên din jî bibe bîngeh.