Şindî: Armanca grava birçîbûnê berdana girtiyên siyasî ye
Girava birçîbûnê kete roja xwe ya pêncan de.
K24-Qamişlo
Endamê Encûmena xwecihî ya şehîd Nisredîn Birhik li bajarokê Çilaxa ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ebdê Şindî ragehand ku, armanca grava birçîbûnê berdana girtiyên siyasî ji zîndanên PYDê de ne.
Grava birçîbûnê derbasî roja xwe ya pêncan bûn, derbarê wê girevê de Endamê Encûmena xwecihî ya şehîd Nisredîn Birhek li bajarokê Çilaxa ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ebdê Şindî ji K24ê re ragehand ku, armanc ji grevê berdana girtiyên siyasî ye.
Şindî da zanîn ku, pêwîste pêşmergeyên Roj vegerin Rojava û mil bi milê YPG û YPJê de berevaniya welatê xwe bikin. Hwerwiha hêvîkir ku, di pêşerojê de ENKS û TEV-DEM li gor peymana Hewlêr û Dihok danûstandinên xwe berdewam bikin.
Ev bû pênc roj bi armanca berdana girtiyên siyasî di zîndanên PYDê de komek çalakvan dest bi gireva birçîbûnê kirine, her diçe hejmara wan çalakvanan zêde dibe.