Li Colemêrgê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 birîndar bûn

Her di heman şerî de 4 endamên PKKê jî di pevçûnan de canê xwe ji dest dane.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê 2 leşker hatin kuştin 4 leşker jî birîndar bûn.

Îro, danê sibê li bajarê Colemêrgê gûndewarê Agaçdîbiyê  navbera endamên gerîlayên PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de şerek dijwar derket.

Di encamê de li gor zanyariyên destpêkê 2 leşker hatin kuştin 4 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tên dermankirin.

Her di heman şerî de 4 endamên PKKê jî di pevçûnan de canê xwe ji dest dane.