Operasyona Arteşa Tirkiyê li çiyayên Cûdî û Gabarê dest pê kir
Di encama topbaranê de agir li çiyayê Cûdiyê ketiye û operasyon jî berdewam e.
K24-Navenda Nûçeyan
Arteşa Tirkiyê li bakurê Kurdistanê çiyayên Cûdî û Gabarê operasyonek berfireh da destpêkirin.
Operasyon îro dane sibê, dest pê kir û hejmarek zêde firok jî tê bikaranîn. Di çarçoveya operasyonê de firok bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)ê bomberana dikin.
Herwiha tank jî qûntarên çiyayê Cûdî û Gabarê didin ber topan. Li gor medeyaya Tirkiyê di encama topbaranê de agir li çiyayê Cûdiyê ketiye û operasyon jî berdewam e.