Erşed Salihî: PKK hevwelatî yên Turkuman direvîne

Serok ê enî ya Turkumanan: PKK hevwelatî yên Turkuman direvîne

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/222f1211-e9dd-4820-9245-9523fee59ca1/Arshed%20Salhi.ism/manifest

K24- Kerkûk

Erşed Salihî, serok ê Enî ya Turkumanan daxwaz ji hikumet a Îraqê kir, pêngavek a wek Mucahidîn ê Xelq li dijî PKKyê jî encam bide û PKKyê ji ax a Îraqê biderxîne. Ev berpirs ê Turkumanandaxwaz ji hikumet a Îraqê kir ev pêngav hemû rêkxistî yên tîroristî yên din jî vegire.

Salihî di kongireyek a rojnamevanî de ragehand: Derkirin a rêkxistî ya Mucahidîn ê Xelq, cihê dilxweşî ya me bû, lê pêdivîye ew pêngav li beranber Partî ya Karker ên Kurdistan(PKK)yê encam bide.

Eger û sedem ên evan axivtin û daxwazî yên enî ya Turkumanan ji wê yekê dihê ku li gor axiftin ên wî berpirsî, PKKyê hijmarek hevwelatî yên Turkuman li Daquq û dozxuramtû revandîne.

Salihî ti girov û belgeh pêşkeş nekirin li ser axiftinê xwe û wan tuhmet ên xistîye pal PKKyê.