werza nû ya perwerdeyê li Bakurê Kurdistanê dest pê kir

Li Silopiya Şirnexê dibistanên ku ji pevçûnan zirar dîtibûn hatin nûkirin û dest bi perwerdeyê kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyê îro werza nû ya perwerdeya sala 2016-2017 dest pê kir. Li Silopiya Şirnexê dibistanên ku ji pevçûnan zirar dîtibûn hatin nûkirin û dest bi perwerdeyê kirin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê, 40 hezar xwendekarên dibistanên seretayî tevî hezar û 364 mamosteyan dest bi werza nû ya perwerdehê kirin.

Dibistanên ku ji pevçûnan zirar dîtibûn bo perwerdeyê hatin nûkirin. Yek ji wan jî Dibistana Seretayî Gazî ye û di roja yekem ya perwerdeyê de bi Sirûda Rizgarî ya Tirk hat vekirin.

Birêvebirê Perwerdehiya Silopî dide xuyakirin, piştî arambûna navçeyê dest bi nûkirina dibistanan kirine û wiha got:

" Niha li Silopî pêwîstî bi 488 mamosteyan heye û emê 442 mamosteyên demkî werbigrin. Her wiha Wezareta Perwerde xizmetguzariya neçarî derxist 4 salan û ev yek jî bo herêmê derfetek baş e."

Silopî sala borî bi betalkirina dibistanan û bi dîmenên reva mamosteyan ji navçeya ketibû rojeva bakurê Kurdistan û Tirkiyê.

Piştî vê pevçûnên dijwar rû dan û operasyonan heta Gulana 2016'ê berdewam kirin. Gelek kesan canê xwe ji dest da. Hin term bi rojan di kolanan de man û nehat hîştin ku bên rakirin.Her çiqas rewş, ji berê aramtir be jî alozî û pevçûn li herêmê berdewam dikin. Erkdarkirina qeyuman û jikardûrxistina mamosteyan aloziyeke din li ser rewşa heyî zêde dike.