Westa Resûl: PKK rolek a giring heye li paraztin a derdor ê Kerkûkê

Westa Resûl, berpirs ê Mihwer a çar a başûr a Kerkûkê bi tundî bersiv a serok ê enî ya Turkumanî li Kerkûkê da piştî ku serok ê Enî ya Turkumanî gotibû PKK têroriste.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/96f8f3c4-be10-4dea-9bf7-02c490f446cc/Westa%20Resul.ism/manifest

K24- Hewlêr

Westa Resûl, berpirs ê Mihwer a çar a başûr a Kerkûkê bi tundî bersiv a serok ê enî ya Turkumanî li Kerkûkê da piştî ku serok ê Enî ya Turkumanî gotibû PKK têroriste.

Westa resûl got jî:  li gel hatin a Daişê, PKKyê rolek a giring hebûye li paraztin a dever ên derdor ên Kerkûkê û niha hevkare li gel wan.

Ev axiftin ên evî berpirs ê serbazî yê Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê piştî wê yekê hat ku Erşed Salihî daxwaz ji hikumet a Îraqê kiribû, wek rêkxistî ya Mucahîdîn ê Xelq a Îranî, gerîla yên PKKyê jî, ji ax a Îraqê bi derxîne û PKK tuhemtbar kir bi revandin a hevwelatî yên Turkuman li parêzgeh a Kerkûkê .