HDP: Peyama Ocalanî Tirkiyê ji şer û derbeyên leşkerî rizgar dike

Di vê çarçoveyê de şandeyek ji Yekitiya Ewropayê dê di demek nêzik de li Tirkiyê lêpisînan bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê û Endamê Şandeya Îmraliyê Îdrîs Balûken ragehand ku, Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalanî dikare  Tirkiyê ji şer û derbeyên leşkerî rizgar bike.

Balûken duh, derbarê rojevê de li parlementoya Tirkiyê civîneka çapemeniyê lidarxist û da zanîn ku, banga Ocalanî ji bo Tirkiyê û bidawîanîna şer û pevçûnan derfetek mezin e û pêwîst e were bikaranîn.

Balûken herwiha diyar kir ku, ew bi awayek tûnd li dijî biryarnameyên di hikma yasayan de ne.

Di vê çarçoveyê de şandeyek ji Yekitiya Ewropayê dê di demek nêzik de li Tirkiyê lêpisînan bike. Dibe ku, demên pêşde Tirkiye bi zextên navneteweyî re rû bi rû bimîne.