"Obama bi giringî behsa pêşmergeyan kir"

Nûnerê Herêma Kurdistanê jî di lutkeyê de beşdarbûbû.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/aa8fdb4b-2ecf-4436-8964-49cc5969cf49/fwad%20husen%20new.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragehand ku, Serokê Amerîkayê Barak Obama bi beşdariya Nûnerê Herêma Kurdistanê di lutkeya Iraq û Amerîkayê de gelekî kêfxweş bû.

Derbarê vê mijarê  Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên bû K24ê ragehan ku, di civîna her dû aliyan de, gelek caran Obama navê Pêşmerge bi giringî û bi dilxweşî tanî ziman.

Hisên da zanîn ku, Serokê Amerîkayê Barak Obama bi beşdariya Nûnerê Herêma Kurdistanê di lutkeya Iraq û Amerîkayê de gelekî kêfxweş bû.

Herwiha aşkere kir ku, operasyona Mûsilê babeta sereke ya civînê bû, tekez kir ku, bi giringî behsa pêşmerge û serperiştiya Mesûd Barzanî jê re hate kirin.