li Bîngolê 15e gund wek herêmên ewlehiyê hatin ragehandin
Li Bakûrê Kurdistanê, cih bi cih bangewaziyên bi vî rengî ji aliyê parêzgeriyan ve tên kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Parêzgeriya Bîngolê, li 15 gundewarên 7 navçeyên Bîngolê, bangewaziya qedexeyê kir. Parêzgeriyê amaje kir ku ji bo operasyonên li hember Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) bên dorfirehkirin û zerar negihîje niştecihên herêmê, 15 gundewaran wekî herêmên taybet ên ewlehiyê destnîşan kirin.
Parêzgeriya Bîngolê di navbera 20ê Îlonê û 4'ê Cotmehê de 15 gundewarên navçeyî yên ser bi Bîngolê ve qedexe kir.
Parêzgeriyê amaje kir ku di navbera van rojên diyarkirî de ji ber operasyon û pevçûnên biqewimin, ketin û derketina van gundewaran ji aliyê ewlehiyê ve metirsî ye.
Ji ber vê boneyê 3 gundewarên Azarpêrtê, 5 gundewarên Dara Hênê, gundewarekî Kanîreşê, 2 gundewarên Bongilan, 2 gundewarên Xorxolê û 2 gundewarên Gêxiyê, ji bo ewlehiyê wekî herêmên taybet hatine diyarkirin.
Li Bakûrê Kurdistanê, cih bi cih bangewaziyên bi vî rengî ji aliyê parêzgeriyan ve tên kirin.