Çalakiyên DBP li dijî qeyûman berdewam in

Parêzgeriya Diyarbekirê civîn, xwepêşandan, daxuyanî û çalakiyên ji derve qedexe kirine.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li Bakûrê Kurdistanê di navbera Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û rayedarên dewleta Tirkiyeyê de aloziyên li ser tayînkirina qeyûman bo şaredariyan didome. Hevserokên şaredariyên navçeyên Diyarbekirê û partigiran xwestin ku li ber derê şaredariya Sûrê û avahiya BDP'ê bicivin û daxuyaniyekê bidin lê polîsan destûra wan neda.

Di 11'ê Îlonê de ji bo 24 şaredariyên DBP'ê qeyûm hatin tayînkirin. Ji wê rojê ve rageşiya di navbera hêzên ewlekariya dewletê û DBP'ê de didome. Hevserokê Sendîqaya Karkerên Hemû Şaredariyan Muhsîn Uyanik, tayînkirina qeyûman wekî binpêkirina îradeya hilbijêran dinirxîne û dibêje, li şaredariyan biryara rawestandina kar hatiye dayîn.

Hevserokê Sendîqaya Xebatkarên Şaredariyan Muhsîn Uyanik wiha got:"Heger ku meclis tunebe, karker tunebe, karmend tunebe dê vî karê çawa bide meşandin. Bi rastî hewce ye ku van însanan qebûl bike. Heger qebûl neke ev kar dê li erdê bimîne. Em dixwazin ev biryar li ber çavan were girtin û rastiya gel li gorî nirxên demokratîk were qebûlkirin. "

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)'ê Selahedîn Demîrtaş di 15'ê Tebaxê de li Diyarbekirê di civîneke li gel hevşaredarên DBP'ê gotibû ku bila tu xebatkarên şaredariyan li gel qeyûman nexibitin. Lê hin xebatkarên şaredariyê dest bi kar kir hin kesan jî kar rawestandine. Qeyûman dest bi kar kiriye û kar û barên şaredariyan birêve dibin.

Parêzgeriya Diyarbekirê civîn, xwepêşandan, daxuyanî û çalakiyên  ji derve qedexe kirine. Hejmareke hevserok û aligirên DBP'ê  xwestin li ber derê şaredariya Sûrê û avahiya DBP'ê tayînkirina qeyûman protesto bikin lê hêzên ewlekariyê destûra wan neda. Derdorên şaredariya Sûrê jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye girtin. Li Sûr û şaredariyên din qeyûm li ser kar in û nerazîbûnên DBP û HDP'ê didomin.