Li Helebce hijmarek a xortan xwepîşandekê encam didin û asyîş hewl dide wan belav bike
Çend rojin li dever ên ku Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê têde bala dest behs a xwepşandanê dihê kirin dijî hikumetê li beranber a rewş a xirab a abûrî.
K24- Hewlêr
Çend rojin li dever ên ku Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê têde bala dest behs a xwepşandanê dihê kirin dijî hikumetê li beranber a rewş a xirab a abûrî.
Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand ku her ev şev li Helebceyê xwepîşandan hat encamdan û wê xwepîşandanê teqe têkevt.
Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand ku nêzîkî 100 kesan xwepîşan encamdan û hêz a asayîşê hewl da ku belaveyê bi wê xwepşandanê bikin çunku wan xwepîşanderan destûr newergirtibû bo encamdan a wê xwepîşandanê, lê di encam de teqe çê bû û asayîşek bi beran hat birîndarkirin.
Herweha nûçegihanê Kurdistan24 ragehand ku xwepîşanderan hewl daye hêriş bikin ser hêz ên asayîşê lê asayîş naçar bûne teqeyê bikin bo belavkirin a xwepîşanderan.
Herweha nûçegihanê Kurdistan24 ragehand ku xwepîşanderan ti durişim nebûn û ti armanc ên wan dîyar nebûne û tenê hinek xort bûn pişikdarî di xwepîşandanê kirin û ti daxwazî jî pêşkeş bi ti alîyan nekirine tenê çend tayeyek li ser cadeyan şewitandîne