Ki-Moon: Rêjîmê para mezin ji sivîlan kuştiye
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî NY dibêje, rêjîma Sûriyê para mezin ji sivîlan li Sûriyê kuştiye û bi berdewamî jî bermîlên teqîner bikar tîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî NY dibêje, rêjîma Sûriyê para mezin ji sivîlan li Sûriyê kuştiye û bi berdewamî jî bermîlên teqîner bikar tîne.
Sekreterê Giştî NY Ban Ki-Moon duh di civîna Komela Giştî ya NY de gotarek pêşkêş kir û rexneyên tund li rêjîma Sûriyê girt û got, di krîz û şerê li Sûriyê de hejmareke mezin ji kuştiyan ketine.
Ki-Moon got: “Gelek grûp li Sûriyê welatiyên sivîl dikujin, lê ti grûpekê mîna rêjîmê sivîl nekuştine, ya ku bi berdewamî deverên sivîlan bi bermîlên teqîner bombebaran dike û girtiyan jî bi awayekî rêbazkirî îşkence dike.”
NY karwanên alîkariyên mirovî bo Sûriyê jî rawestand, piştî ku barhilgirên wê li bajarokê Orm El-Kibîr li rojavayê Helebê hatin armanckirin, ku di encamê de 20 kesên sivîl û karmendekî Hêva Sor ya Sûrî hatin kuştin.
Ki-Moon êrîşa li ser karwana alîkariyên mirovî bi tundî şermezar kir û got : “Ev karekî hovane ye û bi mebest hatiye kirin.”
Ji aliyê xwe ve, artêşa Sûriyê û Wezarta Bergîriyê ya Rûsyayê red kirin ku firokeyên wan karwana alîkariya mirovan kiribin armanc.