Amerîka Rûsya tuhmetbar dike

Berpirsên Amerîkayê Rûsya tuhmetbar dikin ku, du firokeyên Rûsî ji cura SU – 24 kawrana alîkariyên mirovî yên NY li nêzîkî Helebê armanc kirine, ku bi vê êrîşê dawî li agirbestê hat.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsên Amerîkayê Rûsya tuhmetbar dikin ku, du firokeyên Rûsî ji cura SU – 24 kawrana alîkariyên mirovî yên NY li nêzîkî Helebê armanc kirine, ku bi vê êrîşê dawî li agirbestê hat.

Du berpirsên Amerîkî ji “Rueters” re ragihandin ku, di dema karwana alîkariyan li nêzîkî Helebê di rê de bû û hetibû armanckirin, du firokeyên Rûsî ji cura SU -24 li ser wê karwanê difiriyan. Herwiha li gor zanyariyên îstixbarata Amerîkayê jî ku Rûsya ji ber wê bûyerê berpirsyar e.

Roja duşemê 19 Îlonê 31 barhilgir alîkariyên mirovî hilgirtibûn, li bajarokê Orm El-Kibîr li rojavayê Helebê hatin armanckirin, di encamê de 20 kesên sivîl û karmendekî Hêva Sor ya Sûrî hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevka Wezareta Derve û Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ev tuhmet red kirin û gotin ku, ti delîl û belge tune ne ku Rûsyayê karwana alîkariyan armanc kiribe.

Herwiha NY jî piştî vê êrîşê, hemû karwanên alîkariyan bo Sûriyê rawestandin, ku li gor raportan, piştî êrîşê li gelek deveran şer û pevçûn derketin.

Biryar e jî îro Encûmena Asayişa Navdewletî bo lêkolîna li ser vê êrîşê civînekê girê bide.