Brîtanya:Tenê Rûsya dikare şer li Sûriyê bi dawî bîne
Di kirîza Sûriyê de Rûsya ligel Artêşa wî welatî şerê terorê dike, herwiha Amerîka jî piştgiriya opozîsyona Sûriyê dike.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Poris Conson ragehand ku, tenê Rûsya dikare şerê ku ev e pênc sal in li Sûriyê dest pê kiriye bi dawî bîne.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Poris Conson piştî civîna xwe ligel hevşanê xwe Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li New Yorkê li ser malpera xwe ya Twitterê wiha nivîsandibû: “Tenê Rûsya dikare milmilane û şerê li Sûriyê bi dawî bîne.”
Di kirîza Sûriyê de Rûsya ligel Artêşa wî welatî şerê terorê dike, herwiha Amerîka jî piştgiriya opozîsyona Sûriyê dike.
Pênc sal biser şerê li wî welatî derbas dibe, heta niha Ne Rûsya, ne Amerîka û ne jî Civaka Navdewletî karî çareseriyê bo wê kirîzê bibînin, daku şer bi dawî were.