ENKS li Ewropa bi greva birçîbûnê berdewam e
Xwecihiya Nemsayê ya ENKSê li Viennaya Paytext li navenda Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ragihand ku, ew bi greva birçîbûnê berdewam in, heta serkirde û endamên wê ji zîndanên Asayişa Rojava bêne azadkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Xwecihiya Nemsayê Cuma Bavê Dijwar ji K24ê re got: “Biryara bidawîanîna çalakiya greva birçîbûnê li hundirê Kurdistanê li ser daxwaza malbatên girtiyan hat, lê me xwast li Ewropa bi çalakiya xwe ya aştiyane siyaseta çewt ya PYDê YA ku bikar tîne şermezar bikin.”
Bavê dijwar diyar kir, 9 endamên ENKSê di roja sêyemîn ya greva birçîbûnê de berdewam in.
Bavê dijwar amaje bi wê yekê kir, gelek rêxistinên civaka sivîl û du desgehên ragihandê yên Nemsayê serdana wan kirine. Herwiha Bavê dijwar aûkere kir jî, ku wan nameyek nivîsandine û ewê wê bigihînin Serokatiya Yekîtiya Ewropayê.
Bavê Dijwar tekez kir jî, ku ewê berdewam bin bi çalakiya xwe greva birçîbûnê, heta ku endam û serkirdeyên ENKSê ji zîndanên Asayişa Rojava de tên azadkirin.