Li başûrê Helebê 14 kes hatin kuştin

Di encama êrîşên firokeyên leşkerî li başûrê Helebê de, herî kêm 14 kes hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşên firokeyên leşkerî li başûrê Helebê de, herî kêm 14 kes hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di encama êrîşên firokeyên Rûsya û rêjîma Sûriyê li devera Xan Tûman li ser xaleke tenduristiyê li başûrê Helebê 4 endamên tîmeke tenduristiyê digel 10 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin.

Piştî ragihandina agirbestê li Sûriyê di navbera Amerîka û Rûsyayê de, hefteyekê ji aramiyê peyda bû, lê şer û pevçûn dîsa dest pê kirin.

Devera Xan Tûman li başûrê Helebê di destê opozîsyona Sûriyê de ye.