Li Diyarbekrê pêşbirka Zebeşan hat kirin
Di dawîyê xelat hatin belav kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Bi hatina demasala payîzê re gelê Diyarbekirê dest bi amadekariyên qûtê zivistanê kir. Li her tax û her kolanên bajêr, hema hema li her şaneşînê diyar dibe ku amadekariyên zivistanê hene. Li gelemperiya Bakûr, çanda hişkkirina zebzeyan li ber pêla kapîtalîzmê neketiye û hîn jî wekî demên berê didome.
Dayîka Hebîbe dibêje ku zebzeyên zivistanê yên serayê ne, ji ber vê jî tamesarkî ne.
"Yên havînê û yên zivistanê ne wekî hev in. Yên havînê xwezayî ne, bi tavê tama wan ji yên zivistanê xweştir in. Em zebzeyan dişon û diavêjin ser xanî. Hişk dibin û em tînin dikin poşetan ji bo ku xirab nebin."
Ji xeynî amadekariya malbatan, dikandar jî amadekariya zivistanê dikin. Yek ji dikandarên ku amadekariyê kiriye jî Mehmed Daggulu ye. Daggulu esnafekî ji navçeya Sûrê ye û balê dikişine ser şer û pevçûnên ku li Sûrê qewimîbûn. Mehmed Daggulu amaje dike ku di pêvajoya şer de dikana wan jî 4 mehan girtî maye û bandorên neyînî li ser danûstendina wan kiriye.
"Pir însanên me ji ber tunebûnê bixwe balîcanên xwe hişk dikin. Nikarin liv ir hazir bistînin, ji bo wan buha jî tê. Xelkê Dîlokê pir çêdikin. Li aliyê Aydin û Îzmîrê gundî û sera hene, bexçeyên wan hene, ew jî çêdikin."
Li Diyarbekirê her çiqas pirsgirêkên aborî û siyasî hebin jî jiyan bi her awayî didome. Her mal li gorî derfetên xwe pêşwaziya demsala zivistanê dike. Hinek bermalî ji ber hînbûyînê, hinek jî ber tama xwezayî zebzeyan hişk dikin. Lê sedem çi dibe bila bibe, dîmenên rengîn ên şaneşînan û bêhina zebzeyên hişk ên ji sûkan difûrîn, pêşwaziya rojên bi sir û seqem dikin.