Demîrtaş: kurd di têkoşîna rizgariyê de gihîştine qonaxek pir mezin bi taybet li Başur û Rojava ya

Demîrtaş dibêje kurd di têkoşîna rizgariyê de gihîştine qonaxek pir mezin û taybet li Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê di vê warê de xwe bicih dike. Lê divê li van deran em bikaribin bo neviyên xwe nifşên nû demokrasiyek rêkû pêk bihêlin.

K24- Hewlêr

Demîrtaş dibêje kurd di têkoşîna rizgariyê de gihîştine qonaxek pir mezin û taybet li Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê di vê warê de xwe bicih dike. Lê divê li van deran em bikaribin bo neviyên xwe nifşên nû demokrasiyek rêkû pêk bihêlin.

Demîrtaş got: "... Em bi pêşketina hemû parçeyên Kurdistanê serfiraz in. Li başûr, rojava statuyek heye her wiha li Rojhilat têkoşîn mezintir dibe. Hember DAIŞ pêşmerge û gerila pêkve têdikoşe. Ev yek jî li cîhanê deng vedide.

Gelê me zehmetiyên mezin dîtin, lê gorî sedsala borî hêz û rewşek baş de ye. Em wek HDP, serkeftina gelê kurd ji bo tu netewek din xeterî nabînin. Gelê kurd dijmintiya kesek nake u metirsi nade. Di vê demê de ki bi kurdan re biratî bigere ew jî dê serbikevin.

Em wek parti tu carê şer û pevçunan rêya çareseriyan nabinin. Lê her çar parçeyên kurdistanê eger êriş hebe divê mafe xweparastin hebe, parastina rewa hebe. Derveyê ve gelê kurd tu şerê qebûl nake.

Daxwaz û hêviya me ji hemû aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê ev e ku, ev têkoşina azadî û demokrasiyê de, rewş çi be bila be, divê em yekrêz bin, digel hev bin.

Ewropa beriya sedsalê şerên mezin kir lê îro demokrasî heye û nifşên xwe hîştin. Divê em jî demokrasî wek mîradek bihêlin.

Medya kurdi û kurdistanî divê baldar û hişyar be. Ser reya çapemenî rexne mafek mezin e. Lê heqaret, gef û biçuk dêtin divê Ji bo partiyek, serokek neyê kirin. Ev xizmeta gelê me nake.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a029171c-b5e6-49f5-b14c-507eaa962b33/de.ism/manifest