Rêjîma Sûriyê parêzgeha Humsê bombebaran dike

Firokeyên şer yên rêjîma Sûriyê bajarokê Telbîse û derdora bajarê Humsê bombebaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer yên rêjîma Sûriyê bajarokê Telbîse û derdora bajarê Humsê bombebaran dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihad ku, bajarokê Tilbîsê 6 caran ji aliyê firokeyên şer yên rêjîma Sûriyê hat bombebarankirin, herwiha di tê de jinek û zarokek hatin kuştin û hejmarek ji welatiyan brîndar dibin.

Rewangehê got jî, ku helîkoperên rêjîma Sûriyê gundê Cib El-Cerah li rojavayê Humsê bi bermîlên teqîner bombebaran kir, lê ti zanyarî derbarê ziyanan de nehat zanîn.

ji aliyekî din ve, jêdereke  bi ser opozîsyona Sûriyê ve da xuyakrin ku, di encama êrîşên asmanî li ser deverên nêzîkî bajarê Helebê û Hemayê bi dehan kes hatine kuştin, ku di nav wan de 4 karmendên tîmên bizîşkî ne.

roja 19 Îlonê barhilgirên alîkariyên mirovî yên NY li bajarokê Orm El-Kibîr li rojavayê Helebê hatibûn armanckirin, ku di encamê de 20 kesên sivîl û karmendekî Hêva Sor ya Sûrî hatin kuştin.

Piştî vê bûyerê NY karwanên alîkariyên mirovî bo Sûriyê jî rawestand. Herwiha ev bûyer jî bû wek bidawîanînek ji agirbesta li Sûriyê re.