Li Wanê 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di encama pevçûnekê de polîsên Tirk 2 kes kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di encama pevçûnekê de polîsên Tirk 2 kes kuştin.

Li bajarê Wanê, li Taxa Seyît Fehîm Avrasî ya navçeya Riya Armûşê pevçûnek dijwar derket. Parêzgeriya Wanê diyar dike ku pevçûn navbera  bergûmanên teqîna Wanê û polîsan de derketiye.

Parêzgeriya Wanê encama pevçûnê diyar kir ku, 2 endamên PKKyê hatine kuştin.

Lêbelê li gor ajanseka nêzikî PKKê  piştî pevçûnê ew her du xort bi birîndarî ketine destê polîsan, lê dîsa jî hatine kuştin.

Roja yekem ya cejna Qurbanê li Wan teqînek di navbera avahiya APKê û avahiya Parêzgeriya Wanê de rû dabû û di encamê de 2 polîsan canê xwe ji dest dan û 48 kesên din jî birîndar bûn.