Demîrtaş: Gelek xal hene bi hêsanî tên çaresekirin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş bi serokatiya şandekê serdana Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Sekreterê Pîlotbîroya PDKê Fazil Mîranî ve hate pêşwazîkirin.

K24 – Hewlêr

Her du aliyan HDP û PDKê derbarê bihêzkirina pêwendiyan û çendên pirsên din de guftûgo kirin.

Piştre di konferanseke rojnamegerî de, Demîrtaş got: “Armanca serdana me di vê qonaxa dîrokî de, wek partiyên Kurdî gelek xal hene ku bi hêsanî tên çareserkirin. Em jî dixwazin bibin alîkar.”

Demîrtaş got jî: “Em di çarçoveya hiqûqa birayetiyê de nêzîkî partiyên Herêma Kurdistanê ne, herwiha ew jî bi awayekî erênî nêzîkî me dibin û haya wan jî ji vê berpirsyatiya dîrokî heye, bo mijara yekîtiya netewî jî wan amadehiya xwe pêşkêşî me kirin.”

Demîrtaş got: “Dibe hin nakokî di navbera me hebin, lê ev tiştekî normal e, lê di vê qonaxa dîrokî de ne ku em nakokiyan têxin pêşiya xwe, lê divê em piştgîriya li xalên ku em lihev dikin, bikin.”