“Amerîka çekên giran dide YPGê”
Ji bo operesyona kontrolkirna bajarê Reqayê, Amerîka dixwaze çekên giran û pêşketî bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG).
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo operesyona kontrolkirna bajarê Reqayê, Amerîka dixwaze çekên giran û pêşketî bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG).
Rojnameya “New York Times” ya Amerîkî ragihand ku, di çarçoveya alîkarîkirina hêzên ku li dijî terorê û DAIŞê de şer dikin, Amerîka dê alîkariyên leşkerî yên nû bide YPGê.
Li gorî wan zanyariyan, Washingtonê dê çekên giran bide YPGê, ku di nava wan çekan de roketên antî-tank ên pêşketî jî hene.
Herwiha ev yek di demekê de tê, ku tê gotin Amerîka û Tirkiyê li ser wê yekê gotûbêj dikin ku YPG tevlî operasyona Reqayê nekin.
Tê zanîn ku, Amerîka piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) li Sûriyê dike, ku YPGê jî hêzeke wê ya sereke ye.