Dibistanên perwerdehiya Kurdî wek alternatîv zêde dibin
Li Bakurê Kurdistanê jikardûrxistina ji 10 hezarî zêdetir mamosteyan, bûye mijareke sereke di rojevê de. Dibistanên ku perwerdehiya Kurdî dane destpêkirin jî bangawazî li mamosteyan kirin ku, piştgiriya perwerdehiya wan ya alternatîf bikin, da ku bikarin wê pergala perwerdehiyê ya yekperestî têk bişkînin. Mamoste û perwerdekar wê bangawaziyê erênî dibinin û baldikşînin ku zextên li ser wan dibîstanên alternatîf jî hene û derfêtên wan jî gelek kêm in.
K24 – Diyarbekir

Adil Ercan ku li dibistana Ferzat Kemanger perwerdehiya Kurdî û alternatîf dide, ji K24 re ragihand ku, li Tirkiyê pergaleke li ser nijadperestî û ji zanistî dûr tê birêvebirin. Ew pergal jî, hişmendiyên wek xwe têdigihîne, loma jî divê altenatîfên pirrengî û prçandî divê bên zede kirin.
Ercan dibêje: “Dil dixwest ku em wek mirov, wek kes, wek gel, wek nasname, herkes, her reng bihevre wek hev bijiyana ku em bihevre dijîn. Lê li gor mafên xwe yên xwezayî ku ji aliye xweda ve hatiye dayîn, bi wê nav û rastiyê bijiyana. ”
Hatice Çalan jî, endama sendiqaya Perwerdekaran e ku ji kare xwe hatiye dûrxistin. Çalan li gel dibîstanên fermî, zarokê xwe dişine wan dibîstanên alternatîf. Hatice çalan ji K24 dazanîn ku, ew piştgiriya perwerdehiyên alternatîf dike, lê rewşa guncav de jî derfetê ku bibin bersiveke baş nîne.
Çalan diyar kir ku wê heta niha li gor destura Tirkiyê û wek memurekî kar kiriye, lê wek bi hezaran hevkarên xwe, bê tu sebebekî hûqûqî niha ji kar hatiye dûrxistin.
Herwiha Çalan axivî û got: “Maxdûriyeta herî mezin li xwendekar tê kirin, em diçin dibîstanên xwe, dibîstanên xwe vala nahêlin û zarok dibêjin, mamosteyên nû hatine ne tijî ne, bingeha wan vala ye û me têr nakin. Zarok dixwazin em biçin dersen wan û banga wan ev e.”
Li Bakurê Kurdistanê, dibistanên perwerdehiya Kurdî wek alternefek jî zêde dibin. Lê dibistanên ku bi vî rengî kar dikin, gelek caran bi hênceta ku ne destûrî ne, ji aliye rayedaran ve tên girtin.