Maykil Falon: Birîtanîya dê berdewam bibe li rûbirûbûn a Daişê û piştîvanî û meşqdan a Pêşmerge

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dee003fd-7caa-4e69-9553-e3ef1441f934/Barzani%20u%20Fallon.ism/manifest

K24- Hewlêr

Birîtanî ya pesn a hêz ên Pêşmerge dike ku biwêrane hemû xelk ji gef ên tîroristan paraztîne . herweha diragehîne ku li şerr ê dijî Daişê Birîtanîya berrdewam dine li ser piştîvanîkirin a hêz ên Pêşmerge. Evro li Pîrmamê, Mesûd Brazanî serok ê Herêm a Kurdistanê li Gel Maykil Falon, wezîr ê Berevanî ya Birîtanîyayê û şand  pê re kom bû û ew şand pêkhatibû ji Firank Beyker, Balyoz ê Birîtanîyayê li Îraqê û Ceneral Tom Bekît, şand ê Taybet a hikumet a Birîtanîyayê bo Herêm a Kurdistanê û hijmarek a efser û rawêjkar ên wezaret a berevanî ya Birîtanîyayê.

Di wê civînê de, wezîr ê berevanî ya Birîtanîyayê ragehand: Birîtanîya dê berdewam bibe li rûbirûbûn a Daişê û piştîvanî û meşqdan a Pêşmerge.

Herweha got: Birîtanîyayê pilan heye bo pêşkêşkirin a alîkarîyan bo koçberan. Pesn a hêz ên Pêşmerge jî kir ku biwêrane hemû pêkahateyan ji gef ên teroristan parastîne û qurbanî dane. Her di wê kombûnê de bi hûrî behs a giringî ya rizgarkirin a Mûsilêû amadekarî yê wê hevahengî ya di navber a Pêşmerge, hevpeymanan û hêz ên Îraqê de hat kirin.