PDK: Me bersiv dê hebe bo kes ên pişikdarî kirîn di pîlangêrrîyê de

Mekteb a Sîyasî ya Partî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yêê di ragehandinekê de li ser jê standin a mitmaneyê ji Hoşyar Zêbarî, ragehand: Ev pîlanek a sîyasî ya pêşwext bûye û di dem a xwe de dê bersiv hebe bo wan kes ên pişikdarî di vî karî de kirîn.

K24-Hewlêr

Her di ragehandinê de Mekteb a sîyasî ya PDKyê pirose ya jê standin a mitmaneyê ji Hoşyar Zêbarî bi pilanek a sîyasî dizanin û ew ên li pişt evê hewlê jî bûn dirêjeder ên sîyaset  a şovînî ya dij bi Kurde û axiftin ên wan yên berê û niha jî di mêdyayan de şahîdê evê yekêye.

Herweha Mekteb a Sîyasî PDKyê dibêje: Ew kes û alî yên bi vê yekê rabûne armanc a wan ji navbirtin a hemû ûmêdek a bi hev re jîyan a aştîyane ne di vê deverê de û dixwazin rewş ber bi dem a kitrewîyê vegerrînin.

Mekteb a Sîyasî PDKyê hoşdarîyê jî dide wan alî yên ku divî karî de pişikdarin û diragehîne di derm a xwe de bersiv a wan dihê dan.

Di dawî ya ragehandinê de Mekteb a Sîyasî ya PDKyê tekez dike ku  dê berdewam bibin li ser hevkarîkirin a Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê û hemû ew kes ên bawerî bi pirose ya sîyasî heye.