Fazil Mîranî: Ladan a Hoşyar Zêbarî, wezîr ê darayî ya Îraqê, pirsek a sîyasî bûye
K24- Hewlêr
Fazil Mîranî, sikirtêr ê Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê ragehand: Ladan a Hoşyar Zêbarî, wezîr ê darayî ya Îraqê, pirsek a sîyasî bûye û ew tuhmet ên arasteyê wî hatîne kirin dûrin ji rastîyê.
Mîranî got jî: Nebûn a yekrêzîyê di navber a alî yên Kurdistanî weha kir kesek ê dilsoz û kesatîyek ê navdar ê Kurd ji post a xwe bihê dûrxistin.