Necmedîn Kerîm: Ew tuhemt ên xistîne pal Zêbarî, hemû hatîne duristkirin û di saxte ne
Necmedîn Kerîm, Parêzger ê Kerkûkê, ragehand ku ew tuhemt ên gendelî ya di xistîne pal Hoşyar Zêbarî, wezîr ê Darayî ya hikumet a Îraqê, hemû hatîne duristkirin û saxte ne.
K24- Hewlêr
Necmedîn Kerîm, Parêzger ê Kerkûkê, ragehand ku ew tuhemt ên gendelî ya di xistîne pal Hoşyar Zêbarî, wezîr ê Darayî ya hikumet a Îraqê, hemû hatîne duristkirin û saxte ne.
Di dîdarekê de bo rojname ya Wol Strît Cornal a Emerîkayî, li ser jê standin a mitmane ji Hoşyar Zêbarî ji alî yê perleman a Îraqê ve, Necmedîn Kerîm, parêzgar ê Kerkûkê, dibêje: Ew tuhmet ên xistîne pal Zêbarî, rast nîne û got jî: Şîe neşîyane reftar ê li gel alî yên din bikin.
Herweha parêzgar ê Kerkûkê dibêje: Bexda hewl dide alî yên din dûr bixin û ew hemû tiştan bi xwe kontirol bikin.