Polîsan destûr nedane Hevseroka KCDê serdan a Başûrê bike

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven xwest ji Stenbolê bi rêya balafirxaneya Atatûrk serdana bajarê Silêmaniyê bike, lê polîsan dest danî ser pasaporta wê û çûyîna Guven asteng kirin.

K24- Hewlêr

Bi hinceta "Pasaport betal bûye" polîsan li balafirxaneyê dest danîn ser pasaporta Hevseroka KCDê Leyla Guven. Biryar bû Guven piştî serdana Silêmaniyê li Kerkûkê tevlî konferansekê bike wê roja 24ê îlonê bihata lidarxistin.

Berî niha jî pasaportên gelek siyasetmedar û rojnamevanên kurd yên ji dozên KCKê dihatin darizandin, hatibûn betalkirin.

Berî du rojan şanda HDPê bi serokatiya hevserok Selahedîn Demîrtaş serdana başûrê Kurdistanê kirin, ligel partî û rêxistinên başûrê Kurdistanê hevdîtinan pêktînin.