Birîtanîya 52 milyon Dolaran dide Îraq û Herêmê

Piştî kombûn a Barzanî û wezîr ê berevanî ya Birîtanîyayê, Birîtanîyayê ragehand: Wek amadekarî bo operasyon a rizgarkirin a Mûsilê, 52 milyon Dolaran wek harîkarî dê bide Herêm a Kurdistan û Îraqê.

K24- Hewlêr

Piştî kombûn a Barzanî û wezîr ê berevanî ya Birîtanîyayê, Birîtanîyayê ragehand: Wek amadekarî bo operasyon a rizgarkirin a Mûsilê, 52 milyon Dolaran wek harîkarî dê bide Herêm a Kurdistan û Îraqê.

Pirîtî Patel, wezîr ê geşepêdan a nêvdewletî ya Birîtanîyayê di ragehandinekê de aşkera dike ku welat ê wê ji bilî evê pereyê, harîkarî ya mirvî mîna dabînkirin a xwarin û pêdivî yên seretayî bo wan koçberan dabîn dike ku çaverê dihê kirin li destpêkirin a operasyûn a rizgarkirin a Mûsil koçber bibin.

Ji 2014yê ve ji destpêk a şerr ê Daişêe ve, Birîtanîyayê 210 milyon dolar dayîne Îraqê weku harîkarî bo bi hêzkirin a supa yê Îraqê bo berengarbûn a çekdar ên Daişê.

Ev harîkarîkirin a Birîtanîyayê piştî serdan Maykil Falon, wzîr ê Bervanî ya Birîtanîyayê dihê bo Îraqê û Herêmê.