Topbarankirina rejîma Rûsiyê li ser Helebê berdewam e

Operasyon ji sêşma borî de dest pê kiriye

K24-Navenda Nûçeyan

Topbarankirina firokeyên rejîma Sûriyê li ser rojhelatê bajarê Helebê berdewam e, di encam de bi dehan kes hatin kuştin.

Derbarê vê mijarê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, firokeyên leşkerî yên rejîma Sûriyê bihtir ji 30 êrîşan li ser taxên rojhelatê Helebê kir, di encam de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangehê da zanîn ku, 3ê ji wan êrîşan li navendên berevaniya sivîlan hatin pêkanîn.

Sêşema borî Artêşa rejîma Sûriyê ragehand ku, wan dest bi operasyoneke berfireh li ser taxên rojhelatê Helebê kiriye, ew tax nêzîkî 250 hezar kes tê de hene.