Amerîka rejîma Sûriyê bi binpêkirina agirbestê tometbar dike

Agirbest tenê heftiyekê domkir.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner ragehand ku, rejîma Sûriyê agirbesta li Bajarê Helebê binpêkir.

Derbarê agirbestê û binpêkirina wê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner di kongireyeke rojnamevanî de ragehand ku, Opozîsyona Sûriyê bi agirbesta li Sûriyê pabendbû, lê rejîma Sûriyê ew agirbetst  têkbir û pabendî wê nebû.

Toner da zanîn ku, pêwîstiya me bi pêngavên giring bo berdewamiya agirbestê heya daku, alîkariyên mirovî bigehin navçeyên dorpêçkirî.

Ji aliyeke din ve  Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner aşkere kir ku, ew ligel Rûsyayê rêkeftine ku, biştî agirbestê dê Cebhet El- Nûsrayê bikin armanc.

Di 12ê vê mehê agirbestek li Sûriyê hatibû ragehandin, piştî heftiyekê ew agirbest hate binpêkirin.

Fly Erbil Advertisment