De Mistura:Danûstandinan Pêwendiya xwe bi rêkeftina Rûsya û Amerîka re nîn e

Biryare di dawî ya vê mehê de danûstandin di navbera rejîma Sûriyê û Opozîsyona wî welatî dest pê bikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De-Mistura ragehand ku, berdewamiya danûstandinan di navbera Rejîma sûriyê û Opozîsyona wî welatî  pêwendiya xwe bi rêkeftina Amerîka û Rûsyayê re nîne.

Derbarê vê yekê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De-Mistura di kongireyeke rojnamevanî de ragehand ku, destpêkirina danûstandinên projeya aştiyê li Sûriyê di vê mehê de pêwendî bi rêkeftinên Amerîka û Rûsya nîne.

De Mistura da zanîn ku, bila her du alî jî xebatê bikin û aşkere kir ku, nabe ew vê mehê ji dest xwe bidin û danûstandinan dest pê nekin.

Ji aliyê xwe balyozê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî ragehand ku, danûstandin di vê mehê de nabin.

Biryare di dawî ya vê mehê de danûstandin di navbera rejîma Sûriyê û Opozîsyona wî welatî dest pê bikin.