Li Amerîka 3ê kes hatin kuştin
jinek û zilamek jî birîndarbûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Li wîlayeta Washingtonê li bakurê Amerîkayê 3ê kes ji encama teqkirinê nav molekê hatin kuştin û du yê din jî birîndar bûn.
Derbarê bûyerê Berdevkê Polîsên Wilayeta Washingtonê ji ajansa Reutersê ragehand ku, teqekirin saet 7 êvarî li mola Keskêd Borlêntonê rûda, di encam de sê jin hatin kuştin, jinek û zilamekî din jî birîndarbûn.
Ji aliyê xwe ve Hakimê Wilayeta Washingtonê Cêy Ênîsly li ser rûpela xwe ya taybet Tiwîter nivîsandibû ku, rûdaneke tiracîdî li Waşingtonê çêbû, herwiha xemgîniya xwe anîbû ziman.
Berî niha jî zilamekî bi rêya çeqo neh kes li nav molekê birîndar kirbûn.