Rêkevtin a YNK û Gorranê û xal ên bi cih nehatî

Li ser rêkkevtin a di navber a Yêkêtî ya Nîştyîmanî ya Kurdistan(YNK)yê û Bizav a Gorranê nerîn ên cûda hene, çunku hinek xal ên rêkkevtin a di navber a wan de hêj nehatîne bicihkirin. Yek ji wan xalan jî hevgirtin a firaksyon ên herdû alyane di civat a parêzgehan û perleman a Kurdistanê de.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6b722c6c-5529-49e7-95f8-62c9a49f3282/puk%20w%20goran.ism/manifest

K24- Hewlêr

Li ser rêkkevtin a di navber a Yêkêtî ya Nîştyîmanî ya Kurdistan(YNK)yê û Bizav a Gorranê nerîn ên cûda hene, çunku hinek xal ên rêkkevtin a di navber a wan de hêj nehatîne bicihkirin. Yek ji wan xalan jî hevgirtin a firaksyon ên herdû alyane di civat a parêzgehan û perleman a Kurdistanê de.

Serok ê bizav a Gorranê di Civat a parêzgeh a Hewlêr ê de, weha dibîne ku arîşe yên hindûrî yên YNKyê eger ên gîrobn a wê piroseyê ne. Perlemantarekê YNKyê jî red dike ku eger ev arîşe be û aşkera dike ku YNK razî nebûye serok ê firakisyûnê di perleman a Kurdistanê de bide Bizav a Gorranê.