Selîm Cibûr: standin a mitmaneyê ji Hoşyar Zêbarî yasayî bû
Serok ê Civat a Nwêner ên Îraqê tekez kir ku standin a mitmaneyê ji Hoşyar Zêbarî yasayî bûye.
K24- Hewlêr
Serok ê Civat a Nwêner ên Îraqê tekez kir ku standin a mitmaneyê ji Hoşyar Zêbarî yasayî bûye.
Selîm Cibûrî, serok ê Civat a nwêner ên Îraqê, hemû axiftin ên Hoşyar Zêbarî, wezîr ê berê yê Darayî ya Îraqê red kir û xuya kir ku pirose ya mimane standinê ji Hoşyar Zêbarî hemû merc ên yasayî têde bûn.
Cibûrî tekez li ser wê yekê jî kir ku pirose ya vekolîn û lêpirsînê ji berpirs ên cihbicihkar ji alî yê perlemanê ve, mafek a destûrî ye û ti alîyek nekare rêgirîyê ji evê mafê bike.