Yekem befra salê li Tirkiyê barî
Heftiya borî li navçeya Pulur ya bajarê Dêrsima bakûrê Kurdistanê yekîm befra werzê li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê barî bû.
K24-Navenda Nûçeyan
Li navçeya Gerede ya bajarê Bolu yê Tirkiyê yekemîn befra werzê bariya. Zêdetirî sê rojan bû bê navber baran li wir dibariya û îro bi berbanga sibehê re barîna berfê destpê kir. Çiyayê Arkut yê li navçeyê bi berfê xemilî.
Li navenda bajêr jî befir bariya. Piştî demek dirêj, dîsa barîna baranê destpê kir û befra barîbû heland.
Welatiyên navçeyê û geştyar bi barîna berfê hem keyfxweş bûn û hem jî ecêbmayî man.
Heftiya borî li navçeya Pulur ya bajarê Dêrsima bakûrê Kurdistanê yekîm befra werzê li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê barî bû.