Erdogan: PKKê tevaya şikeftên Zab, Metîna û Xwakurkê vala kirine

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku di dawiya hefteyê de nûçeyên baş gihîştine wan û li Xwakurkê 14 şikeftên din hatine valakirin û bi vî rengî jî Xwakurk, Zap û Metîna hemî hatine valakirin, tekez jî kir ku yek ew pêngavê paşve naavêjin û dixwazin pirsgirêkê bi berfirehtirîn lihevkirina civakî çareser bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro Duşem, 23ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de ragihand: "Di dawiya hefteyê de nûçeyên baş gihîştin me; li Xwakurkê 14 şikeftên din hatine valakirin û bi vî awayî Xwakurk, Zap û Metîna hemî hatin valakirin."

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê jî da ku di warê siyasetê de jî pêşveçûnên erênî hene û got: "Em yek pêngavê jî ber bi paşve naavêjin û dê vê pirsgirêkê ji rojeva gel derxînin."

Serokkomarê Tirkiyeyê tekez li ser pêdivîtiya çareserkirina herdemî ya pirsgirêkê jî kir û got: "Ne tenê ji bo vejîna aboriyê, belkî ji bo ku rûyê dayik û bavan bikene û zarok bi hêvî li paşeroja xwe binêrin, divê bi awayekî herdemî em ji vê pirsgirêkê rizgar bibin."

Di pareka din a axaftina xwe de jî, Erdogan pabendbûna xwe ji bo biserxistina proseyê piştrast kir û ragihand: "Ji bo serkeftina proseyê, me ne tenê dilê xwe, belkî hemî laşê xwe xistiye bin barê vê berpirsiyariyê. Dema teror namîne, li pêşiya me deriyê bihêzkirina şiyana siyaseta sivîl vedibe û em dixwazin bi berfirehtirîn lihevkirina civakî çareser bikin."