Reuters: Dibe ku Waşinton sala bê hejmareke leşkerên xwe vegerîne Sûriyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî gotina çend çavkaniyan, Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê plana meşqkirina leşkerên Sûriyeyê di warê rakirina mînan de nîqaş dike, ku dibe erkê yekê yê meşqkirinê yê Amerîkayê ligel artêşa Sûriyeyê piştî wergirtina desthilatê ji aliyê çekdarên berê yên opozisyonê ve di sala 2024ê de.
Ajansa Reutersê îro Duşem, 23ê Mijdara 2026ê, ji pênc çavkaniyên agahdar belav kir ku pêşniyara erkê pirneteweyî hîn li Amerîkayê rûbirûyî astengiyên qanûnî û di nava artêşa Sûriyeyê de jî rûbirûyî gumanan dibe, lê eger dest bi bicihanîna wê bê kirin, dibe ku Amerîka her di sala bê de hejmareke kêm ji leşkerên xwe vegerîne Sûriyeyê, ew jî tenê salekê piştî vekişandina hêzên wê di çarçoveya erkê dehsalî yê şerê li dijî DAIŞê de.
Çar ji wan çavkaniyan gotiye ku bernameya destpêkê balkişandina ser meşqkirina di rakirina mînan û pûçkirina teqemeniyan de bi awayekî parastî ye, û di îhtîmala serkeftina wê de dikare bibe nimûneyek ji bo hevkariyeke berfirehtir.
Ew pêşniyar pişta xwe bi Navenda Hevahengiyê ya Şamê (DCC) ve girê dide, ku sala borî li Urdinê ji bo hêsankirina hevkariya di navbera desthilatdarên Sûriyeyê, hêzên Amerîkayê û hevpeymanên herêmî de hatiye damezrandin.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Tim Hawkins ragihand ku ew navend di karên xwe yên ji bo piştevanîkirina Sûriyeyeke tena, yekgirtî û aştiyane de berdewam e û hîn biryara temam li ser pêkhate û erkê paşerojê nehatiye dan.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê jî got ku Waşinton pêşwaziya hebûna hevparekî li Şamê dike, ku bi rûbirûbûna DAIŞê pabend be, di demekê de ku Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê bersiva daxwazeke Reutersê ya ji bo daxuyaniyê neda.
Li gorî gotina kesekî pişkdar di nîqaşan de, çarçoveya wê bernameyê karmendên nêzîkî 15 hevpeymanên Amerîkayê jî vedigire, ji wan jî Brîtanya, Fransa, Almanya, Awistralya, Siûdiye û Îmarat, herwisa dibe ku Navenda Niştimanî ya Sûriyeyê ya Karûbarên Mînan (SNMAC) tê de pişkdar be.
Piştî nemana Beşar Esed di Berçileya 2024ê de, Waşintonê di Berçileya 2025ê de cezayên aborî yên berfireh ên li ser Sûriyeyê hilweşandin, di Tebaxa 2026ê de jî navê Sûriyeyê ji lîsteya dewletên piştgirên terorê derxist û di Cotmehê de jî sînordarên hinardekirina çek û xizmetkariyên berevaniyê sivik kirin.