Li Stanbolê festîvala xwarinên Dîlokê bi rê ve çû
Li ser dezhegan Xwarinên gelerî, kebap, kutilik û xwerinên wekî qelî yên ji goşt tên çêkirin hatine pêşandan.
K24-Dîlok
Bajarê Dîlokê ku li Tirkiyê bi xwarinên xwe yên xweş bi nav û deng e, li Stenbolê mîhrîcaneke danasîna xwarinan li dar xist. Mîhrîcana ku li meydaneke bi qasî 2 mîlyon kesan radigre hatî li dar xistin, bi dîmenên rengîn bala gelek mirovan kêşa ser xwe.
Li Tirkiyê gava ku navê Xwarinê derbas dibe wekî bajarek ji bajarên di vî warî de herî navdar bajarê Dîlokê tê bîra mirov. Bajarê ku bi xwarin û çêjên xwe navdar li Stembolê Mîhrîcaneke xwarinê li dar xist. Mîhrîcan, li meydana Yenîkapiya Stembolê anku li cihê herî mezin yê mîtîngan hate li dar xistin.
Li ser dezhegan Xwarinên gelerî, kebap, kutilik û xwerinên wekî qelî yên ji goşt tên çêkirin hatine pêşandan.
"Ev jî qebaba me ya bi bacane. Heke dinya germ be di zamanê we de di biharê de bacanê sor çebibe teze teze em hûr dikin û ji mişterîyên xwe re çedikin."
Beqlewa û fisteqên Dîlokê yên bi nav û deng jî wekî çêjên herî balkêş li ser dezgehan cihê xwe girt. Herwiha berhemên şarkûterî yên ji axa herêmê jî li ser dezgehan hatin pêşandan. Helbet li mîhrîcanê tiştên hatine pêşandan ne tenê xwarin û çêjên cûda bun. Kel û pelên ji sifir û cil û bergên kevneşopî jî berhemên din yên balkêş bun.
Organîzatorê Mîhrîcanê, Serokê Federasyona Komeleyên Dîlokê Hesen Ozaygut bangawazî li hemû Stemboliyan kir ku werin û hemû çêjên Dîlokê t'am bikin.
Serokê Federasyona Komeleyên Dîlokê Hesen Ozaygutwiha got:" Li vir di navbera 20 û 26ê Îlonê de em şanazin ku li gel Federasyona komeleyên Navçe û bajarê Dîlokê pêşwazî li hemû mereqdarên çêjên lênangeha Dîlokê bikin"
Parlamenterê Dîlokê Akif Ekîcî jî diyar kir ku, armanca wan ew e ku xwarin û çêjên Dîlokê ne tenê li Tirkiyê herwiha li dinyayê bidin nasîn.
"Ez di xwazim ji vir bangî hemu Stemboliyan bikim ku bi taybetî rojên şemî û yekşemê bila bên û xwarin û berhemên taybet yên Dîlokê bibînin."