Li ser daxwaza Amerîka, Fransa û Brîtanya NY derbarê Helebê dicive

biryare îro,saet 11ê sibehê NY civîn dest pê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Li ser daxwaza her yek ji Amerîka, Fransa û Brîtanyayê Encûmena Asayîşa Navdewletî ya YN derbarê êrîşa li ser bajarê Helebê û kuştina bi sedan kes dicive.

Pişî êrîşa van rojên dawî yê li ser bajarê Helebê ji aliyê rejîma Sûrî û Rûsyayê ve biryare îro,saet 11ê sibehê NY bi armanca gotûbêjkirina rewşa wî bajarî li ser daxwaza Amerîka, Fransa û brîtanyayê bicive.

Li gor çavdêrên siyasî û Dîblomasiyan civîn wê bi awayeke aşkere be û ne civîneke girtî be.

Ji aliyê xwe ve jî Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki- Moon ragehand ku, rewşa bajarê Helebê metirsîdare,

Herwiha Wezîra Derve yê Yekîtiya Ewropayê jî Fidrirîka Mogirînî ew êrîş şermezar kir û got ku, binpêkirina mafê mirovan nayê qebûlkirin.Li gor Rewangeha Mafê Mirovan zêdeyî 100 kesî heta niha li Helebê hate kuştin.