Brîtanya Rûsyayê bi tawanên şer li Sûriyê tûmetbar dike
Conson da zanîn ku, Rûsya yek ji sedemên dirêjkirina şerê li Sûriyê ye.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Dever yê Brîtanyayê derbarê şerê li Sûriyê Rûsya tûmetbar dike û dibêje ku, ew welat tawanên şer li Sûriyê dike, da zanîn ku, ew yek ji sedemên nerdewamî û dirêjkirina şere li wî welatî.
Derbarê vê yekê Wezîrê Dever yê Brîtanyayê Porîs Conson di hevpeyvîneka xwe de li gel Radyo ya BBC re wiha got: "Divê Topbarankirina karwanê alîkariyan li ber çav were girtin, ji ber ku, dizanîbûn ew alîkariyên sivîlane tevî wiha jî kirin armanc, ev yeke jî tawana şere."
Conson da zanîn ku, Rûsya yek ji sedemên dirêjkirina şerê li Sûriyê ye û ew welat rê nade, şer bi dawî were.
Di heftiya borî 31 otombîlên barhilgir yên alîkariyên mirovî ji aliyê firokeyên Rûsya û rejîma sûriyê ve hatin armanckirin, di encam de 18e barhilgr têkçûn.