Rûsya:Divê Tirkiyê bo operasyona Reqayê destûrê werbigre

Da zanîn ku, êrişa liser karwana alîkariyiên mirovî ya li Helebê ji hêla balefirên hevpeymanî ku ji baregeha Încîrlîkê rabûne hatiye kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Balyozê Rûsya yê li Enqerê dibêje, divê Tirkiye bo operasyonên Bab û Reqayê ji Netewên Yekbûyî û Sûriye destûr werbigre.

Balyozê Rûsya yê li Enqerê Andrey Karlov beşdarî yekemîn dersa Zanîngeha Atilim bû û bersiv da pirsên rojnameger û xwendekar û mamosteyan ragehandku,  lêkolînên wan diyar dikin ku, êrişa liser karwana alîkariyiên mirovî ya li Helebê ji hêla balefirên hevpeymanî ku ji baregeha Încîrlîkê rabûne hatiye kirin.

Karlov got, Mosko û Enqere yekparebûna xaka Sûriyê dixwazin lê ji armanca Amerîkayê biguman in.

Da zanîn, divê Tirkiye derbarê operasyonê de agahiyan bide Rûsya ku li wê derê bi Artêşa Sûriyê rû bi rû nebin.