Amerîka: YPG ji Minbicê vekişiya
Berî niha Tirkiyê pêşwaziya vekşandina YPG li bajarê Minbicê de kiribû.
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Marik Toner ragehan ku, Yekîneyên Parastina Gel(YPG) bajarê Minbicê bi cih hêlan û niha li rojhelata cemê Firatê ne.
Derbarê vekişîna Ypg ji bajarokê Minbicê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Marik Toner di kongiriyeke rojnamevanî de ragehand ku, YPGê ji Minbicê vekişiyan e û niha li rojhelatê çemê Firatê bicih bûne.
Toner da zanîn ku, serdana cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Nûnerê Serokê Amerîkayê bo Tirkiyê di çareserkirina aloziyên di navbera Hêzên Kurdî û tirkiyê de ye.
Berî niha Tirkiyê pêşwaziya vekşandina YPG li bajarê Minbicê de kiribû.