Amerîka 364 milyon dolar dide penaberên Sûriyê

Da zanîn ku, ew alîkarî bi armanca dabînkirina pêdiviyên xwarin, akincîbûn, ava vexwarinê, tendirûstî û pêdawistiyên din yên jiyanê ne.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku, ewê 364 milyon dolar pêşkêşî penaberên Sûriyê bike .

Derbarê vê yekê alîkara Wezareta Derve ya karûbarên penaberan An Rêtşard di daxuyaniyekê de ragehand ku, welatê wê dê 3 milyon û 64 hezar dolar pêşkêşî penaberên Sûriyê bike .

Da zanîn ku, ew alîkarî bi armanca dabînkirina pêdiviyên xwarin, akincîbûn, ava vexwarinê, tendirûstî û pêdawistiyên din yên jiyanê ne.

Berpirsa Amerîkî aşkere kir ku, welatê wê 85 hezar penaber wergirtine.

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner da zanîn ku, ew alîkarî bi sedema têkçûna rewşa Helebê bû, herwiha binpêkirina agirbesta ku, li wî welatî hatî ragehandin bû.