Amerîka û Almanya êrîşa li ser Helebê şermezar kirin
Ev bû heftiyek êrîş berdewam e.
K24-Navend aNûçeyan
Koşka Spî ragehand ku, Serokê Amerîkayê Barack Obama di pêwendiyeke telîfonî de ligel Şêwirmenda Almanyayê Angele Merkel êrîşa li ser bajarê Helebê ji aliyê rejîma Sûriyê û Rûsyayê şermezar kirine.
Li gor beyanamya Koşka Spî, her du welat hevnerînbûn ku, rejîma Sûriyê û Rûsyayê berpirsyarên berdewamiya şer li Sûriyê ne.Herwiha her yek ji Obama û Merkel êrîşa li ser Helebê şermezar kirin.Tekez kirin ku, ew her du welat nahêlin arîkarî bigihen sivîlan.
Rûsya berî niha ragehandibû ku, Artêşa welatê wê dê li ser operasyonên xwe li Sûriyê berdewam be, herwiha beyana Amerîkayê jî redkiribû.
Ji aliyê xwe Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragehandibû ku, dawîbûna şer li Sûriyê di berjewendiya Rûsyayê de ye.
Ev heftiyeke firokeyên rejîma Sûriyê û Rûsyayê bajarê Helebê topbaran dikin, di encam de li gor Rewangeha Mafê Mirovan bi sedan hate kuştin.