Tirkiy:Li Cerablusê 4 Endamên Arteşa Azad a Suriyê canê xwe ji dest dan
15e din jî birîndar bûne.
K24-Navenda Nûçeyan
Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku, di çarçoveya operasyona Cerablûsê de 4 Endamên Arteşa Azad a Suriyê canê xwe ji dest dane.
Sererkanî diyar kir ku, operasyona wan di roja xwe ya 38 mîn de li bajarê Azez û Raiyê berdewam dike û duh 50 bingehên DAÎŞê bi 158 caran hatine topbaran kirin.
Herwiha bi 80 mûşekan bingehên DAÎŞê hatine xistin. Li gor dazanîna sererkaniya Tirkiyeyêcar caran şer û pevçûn jî rû dane û di encamê de 4 Endamên Arteşa Azad a Suriyeyê canê xwe ji dest dane 15 jî birîndar bûne.